Serokê Mossadê ji bo bi Hamasê re dîlan (esîran) bi hev biguhêrine çû Qatarê
PeyamaKurd - Serokê îstîxbarata Mossadê ya Îsraîlê David Barnea ji bo dîlan (esîran) bi Hamasê re biguhêrin çû payîtexta Qatarê Dohayê. Wê li Qatarê her dû teref di bin çavdêriya Qatarê de li ser meşandina pêvajoyê biaxifin.
Li gor nûçeya televîzyona fermî ya Îsraîlê KANê; serokê Mossadê David Barnea ji bo dê guherîna dîlan çawa bibe, li ser pêvajoyê bi Qatarê re biaxife çû Dohayê.
Di xebera di rojnama Îsraîlê ya bi navê Yediot Ahronotê de jî ragihandin weha hat kirin:
“Serokê Mossadê ji bo bi rêvebirên Qatarê re hevdîtinan bike, seredana Qatarê dike. Barnea ji bo li ser hûrahiya peymanê biaxife û peymanê bixe bin garantiyê, di asta bilind de, bi rêvebiran re hevdîtin dike.”
Hat ragihandin ku bi Barnea daîma bi nûnerê Koşka Sipî yê ji Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê berpirs koordînator Brett McGurk û bi serokê CIAyê William J. Burns re di nav têkiliyan de ye û pê re generalê ji guherîna dîlan berpirs yê Îsraîlê Nitzan Alon heye.
Li gor Îsraîlê; di destê tûgayên Kassam de 239 dîlên Îsraîlî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin