Serokê Parlamena Iraqê bi Qralê Siûdî re civiya

17 December 2018 20:02 0 dîtin
Serokê Parlamena Iraqê bi Qralê Siûdî re civiya

PeyamaKurd - Serokê Parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî ligel şandeya xwe serdana Erebistana Siûdî kir û bi Qral Selman re civiya.

Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê ragihand ku Qral Selman bin Abdulezîz şanda Iraqê li Koşka Yemame ya Riyadê pêşwazî kir û di hevdîtinê de, mijarên ser pêşxistina pêwendiyên herdu welatan hatin gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku Serokê Parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî li ser vexwendina Serokê Konseya Şûreya Erebistana Siûdî Abdullah bin Muhammed Al eş-Şêx serdana Riyadê kiriye.

Mehek berê jî Serokomarê Iraqê Berhem Salih serdaneke fermî li Erebistana Siûdî kiribû.