Serokê sanda Iraqê Qasim Eracî: Divê hêzên biyanî demildest ji Singalê bên derxistin
PeyamaKurd – Piştî hevdîtina şanda bilind a Iraqê bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re civîneke rojnamevanî hat lidarxistin. Di civîna herdu aliyan de Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî amadehî kir.
Şêwirmendê Asayîşa Iraqê Qasim Erecî ku seroktiya wê şanda Iraqê ya bo bicihanîna rêkeftina Şingalê dike, li ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê got, “Divê hêzên biyanî demildest ji Şingalê bên derxistin.”
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî destnîşan kir ku ew pabendî rêkeftina Şingalê ne ku daxwazin rewşa Şingalê were asayîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin