Serokerkanê Îsraîlê hisyariyê da Îranê: “Ew ciyên me li wan nexistiye, em ê li wan xin”
PeyamaKurd – Serokerkanê Îsraîlê Herzî Halevi hişyariyê da Îranê û got eger Îran bersiva êrîşa Îsraîlê bide, wê li wan ciyên ku li wan nexistine dê li wan xin. Halevi got ku piştî êrîşa 26ê Cotmehê dikarin car din li Îranê bixin.
Li gor ragihandina artêşa Îsraîlê; serokerkan Halavi li baregeha hewayî ya Ramonê daxwuyaniyê da û got:
“Bila Îran bersiva me nede, eger bide, em ê li Îranê wan ciyên ku me li wan nexistine, dê li wan ciyan bixin.”
Îsraîl bersiva êrîşa Îranê ya di 1ê Cotmehê de, di 26ê Cotmehê de dabû û ragihandibû ku bersivdana ji bo Îranê temam bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin