Serokkomarê Îranê: Îran her destwerdaneke derve di Sûriyê de red dike

11 July 2022 13:41 0 dîtin
Serokkomarê Îranê: Îran her destwerdaneke derve di Sûriyê de red dike

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi helkefta Cejna Qurbanê do Yekşemê bi hevtayê xwe yê Sûrî Beşar Esed re axivî û diyar kir, Îran her destwerdaneke derve di Sûriyê de red dike û tekez kir ku Tehran li ser piştgiriya xwe ya ji bo “mîhwera berxwedanê” û bi taybet jî li Sûriyê berdewam e.

Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand, Serokê Sûriyê Beşar Esad û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Yekşemê 10ê Tîrmeha 2022an bi helkefta Cejna Qurbanê pêwendiyeke telefonî pêk anîn û eşkere kir, her du serokan li ser hevkariyên dualî û şopandina cîbicîkirina rêkeftinên ku di navbera her du welatan de hatine îmzekirin, gotûbêj kirin.

Herwiha medyaya fermî ya Îranê jî destnîşan kiriye, di wê pêwendiyê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevtayê xwe yê Sûrî piştrast kir ku Tehran wê li ser piştevaniya Şamê berdewam be.

Reîsî ji Esed re gotiye: “Îran piştevaniya aştî û aramiyê ye û li dijî her destwerdana derve li Sûriyê ye.”

Herî dawî Serokkomarê Îran amaje bi serdana Beşar Esed a ji bo Tehranê kir û ew serdan wek serdaneke serkeftî bi nav kir û got: “Di vê serdanê de lihevkirinên baş çêbûn ku divê bi awayekî ciddî cîbicîkirina wan lihevkirinan bê şopandin.”