Serokomarê Iraqê: Têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re gelekî bas in
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd diyar kir, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek baş in û got, ew hêvîdar in ku di paşerojê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikevin.
Reşîd da zanîn, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê di qonaxeke gelek baş de ne û pirsgirêkên ku berê hebûn niha hatine çareserkirin.
Reşîd eşkere kir, ew hêvî dikin ku di pêşerojê de têkilî hîn baştir bibin û got, "Heta ku em di nav yekîtî û hevgirtinê de bin, em ê li her derê, li hundur û derve xurtir bin, wê demê em ê karibin planeke din çêbikin. "
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 4ê Nîsanê serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.
Di merasima ku bi beşdariya her du serokwezîran hat lidarxistin de, li ser destpêkirina hevbeş a hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê re rêkeftin hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin