Serokomarê Îsraîlê serdana Amerîkayê dike

20 June 2021 17:06 0 dîtin
Serokomarê Îsraîlê serdana Amerîkayê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin serdana Amerîkayê dike û bi Serokê Amerîka Joe Biden re li Koşka Spî dicive.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî, ragihand ku Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin 28ê Hezîranê li Koşka Spî ji aliyê Serok Joe Biden ve tê pêşwazîkirin.

Psakî da xuyakirin ku wê di vê serdanê de, ji bo hevkarî û şirîkatiya Amerîka-Îsraîlê bê mayîndekirin û ji bo danûstandina pêwendiyên kûr ên gelên Amerîka û Îsraîlê gotûbêj bê kirin.

Herwiha Psakî ragihand ku ji bo nirxandina rewşa zehmet a herêmê ev hevdîtin derfet e.