Serokomarê nû yê Qeredaxê, hat ragihandin
PeyamaKurd- Li gorî encamên ne fermî yên gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê yên Qeredaxê, Wezîrê berê yê Aboriyê Jakov Milatovic, di hilbijartinê de bi ferqeke mezin bi ser ket.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di heştemîn hilbijartinên serokomariyê yên ku li Qeredaxê hatin lidarxistin de di gera duyemîn de ji % 98ê dengan hatin jimartin, ji ber ku di gera yekem de tu berbijêran ji % 50yê dengan negirt.
Li gorî encamên destpêkê yên nefermî yên ku ji aliyê Navenda Çavdêrî û Lêkolînê ya Podgorîca (CEMI) ve hatin weşandin, Wezîrê berê yê Aboriyê Jakov Milatovic ku ji % 60 ê dengan stendibû, bû serokomarê nû yê welêt.
Li gorî CEMIyê, Serokomarê niha Milo Djukanoviç, ji % 40ê dengan girtine.
Piştî encamên ne fermî, alîgirên Milatovic li paytext Podgorica dest bi pîrozbahiyê kirin.
Aborînasê 37 salî Milatovic ku niha berbijarê serokatiyê yê, ji tevgera Ewropî (Evropa Sad) ye û partiyên Sirbî piştgirîya wê dikin.
Her wiha hat diyarkirin ku sozên wekî bilindkirina standardên jiyanê, xurtkirina têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re û başkirina pêwendiyên bi Sirbistanê re jî hatin dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin