Serokwezîr Barzanî, Balyozê Îtalyayê pêswazî kir

08 March 2023 17:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, Balyozê Îtalyayê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Îtalyayê yê Iraqê kir. Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê guftûgo hatine kirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Îtalyayê yê Iraqê Mauritzio Gregant kir û hat diyarkirin ku Konsulê Îtalyayê yê Hewlêrê Michele Camerota jî di vê hevdîtinê de cih girtiye.

Hat eşkerekirin guhertinên dawî û pêşhatên Iraq û navçeyê û pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hatine nirxandin.

Li gorî hat ragihandin, mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina girîngiya encamdana hilbijartinên Kurdistanê bûye û di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku divê hilbijartin di demeke guncav a vê salê de were kirin û êdî neyê bipaşxistin.

Her wiha hat diyarkirin ku Balyozê Îtalyayê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, karkirina ji bo parastina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan û rûbirûbûna tundûtûjiyê jî bilind nirxandiye.

Hat zanîn ku di dawiya civînê de tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye kirin ku li ser bingeha destûrê bû û bi awayekî bingehîn hat kirin.