Serokwezîr Barzanî bi veberêhener û bazirganên Kurdistanê re civiya

17 October 2023 17:39 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi veberêhener û bazirganên Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Cotmehê li Hewlêrê, bi hejmarek bazirgan û veberhênerên Herêma Kurdistanê re civiya. b

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de da xuyakirin, Mesrûr Barzanî bal kişandiye ser yekê ku her ji destpêka karkirinê ve, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke zêde daye pêşxistina proseya veberhênanê, ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyên pêdivî ji bo veberhênerên navxwe û yên biyanî û nehiştina pirsgirêk û astengan li pêşiya veberhênanê.

Serokwezîr Barzanî diyar kir, heta niha gavên baş ji bo pêşxistina verberhênanê avêtine, lê armanc ew e ku gavên baştir bavêjin ku dê çaksaziyên di warê çalakirina sîstema banke û dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî de dewam bikin.

Hernwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya veberhêneran û sektora taybet a Herêma Kurdistanê kir ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nav hevkariyê de ne, ji bo projeyên hevpar bi niyeta pêşxistina aborî û danana jêrxaneyeke bihêz û peydakirina zêdetir derfetên kar.

Mesrûr Barzanî di dawiya civînê de, bersiva pirsên bazirgan û veberhêneran da.