Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Aboriya Îmaratê re avakirina sîstema bankevaniyê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Hevdîtin û civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li Îmarata Erebî bi berpirsên Îmaratê û welatên din re berdewam dikin.
Serokwezîr Barzanî îro 29ê Adarê li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey, bi Wezîrê Aboriyê yê Îmarata Erebî Ebdulla Bin Toq re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amadehî kir de, guftûgo li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku bi taybet ji bo sûdwergirtina ji ezmûna Îmaratê di warê veberhênanê û avakirina sîstema bankevaniyê de, gotûbêj hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin