Serokwezîr Barzanî ‘Cejna Sê Sevên Yaran’ li Kurdên Kakeyî pîroz kir

27 January 2021 21:26 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ‘Cejna Sê Sevên Yaran’ li Kurdên Kakeyî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) a Kurdên Kakeyî bi peyamekê pîroz kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) pîrozbahiyên germ li xwişk û birayên Kakeyî û tevahiya Yarsaniyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvdar im ev cejn, bibe jêdera xêr û xweşî û bidawîanîna êş û azaran û bihêzkirina tebayî û yekrêziya di navbera hemû pêkhatên gelê Kurdistanê de.

Xwedê rojî û duayên we qebûl bike û ez hêvîdar im ku hûn rojên cejna xwe bi şadî derbas bikin.”