Serokwezîr Barzanî destbikarbûna Patrîyarkê nû yê Asûrî pîroz kir

13 September 2021 17:53 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî destbikarbûna Patrîyarkê nû yê Asûrî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Îlonê, di pêwendiyeke telefonî de bi boneya hilbijartin û destbikarkirina Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî, pîrozbahî li Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Mar Awa xwest û pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cûr bi cûr ên Herêma Kurdistanê car din anî ziman.

Patriyark Mar Awa yê Sêyem spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo azadiya olî û parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê nîşan da.

Patriyark Mar Awa yê Sêyem îro Duşemê bi merasîmekê weke Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Enkawa dest bi kar kir.