Serokwezîr Barzanî: Dijîtalbûn, ji bo Herêma Kurdistanê gaveke girîng e
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma ‘Stratejiya Veguherîna Dijîtalê’ de hûrgilî parve kir. Serokwezîr Barzanî da zanîn ku dijîtalbûn, di warê tomarkirina çavkaniyan de gavekek girîng e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di merasîmê de li ser hûrgiliyên pergala dijîtalbûnê û girîngiya wê ya ji bo Herêma Kurdistanê axivî. Serokwezîr got,
“Ev yek, ji bo bêsexbêriya çavkaniyên diziyê ji holê bê rakirin, gavekî gelek girîng e. Em ê bi saya vê gavê, hîn zûtir gavan bihavêjin û hedefa me ew e ku heta dawiya sala 2025an, em di asta hikûmetên herêmê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin rêza serî.”
Serokwezîr Barzanî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hêsankariya vê teknolojiyê û got,
“Navenda Daneyên Hikûmetê ku di rojên borî de bi awayekî fermî hatibû vekirin, dê ji bo binesaziya teknolojîk a Herêma Kurdistanê xwedî roleke girîng be û dê ji bo welatiyan, di saziyên hikûmetê de alîkariyeke dorfireh a xizmetguzariyê were kirin.
Ji bo ku karên xwediyên razemeniyan hîn bihleztir û hêsantir bibe, em ê bi hedefa dijîtalkirina kompaniyan jî projeyeke nû derbasî jiyanê bikin.
Her wiha dê bi vê pêkanîna vîzeya elektronîkî re kirariyên welatiyan hîn hêsantir bên kirin. Ew ê bi saya vê pêkanînê, çûnehata biyanî û geştiyaran jî hêsantir bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin