Serokwezîr Barzanî: Hefteya bê sandeke Kurdistanê diçe Bexdayê

20 January 2021 17:37 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Hefteya bê sandeke Kurdistanê diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna ligel konsol û nûnerên biyanî li Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya bê şandeke hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Çile civîneke berfireh ligel konsol û dîplomatên biyanî yên li Kurdistanê re li dar xist.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand, hefteya bê wê şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Mesrûr Barzanî agahiyên zêdetir li ser serdana Bexdayê ya şanda hikûmetê nedan.

Serokwezîr Barzanî di civîna ligel konsol û nûnerên welatan de gotibû, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê bi Bexdayê re baş û bihêz bin û tevahiya arîşe û nakokiyan jî li ser bingeha destûra Iraqê bên çareserkirin.