Serokwezîr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo îxracata petrolê amade ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê de, li ser mijara petrola Kurdistanê axifî. Barzanî behsa hevdîtinên navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û got ku Herêma Kurdistanê di çarçova destûra Iraqê de, Kurdistan amadeye û li benda Bexdayê ne ku pêvajoyê bidin destpêkirin.
Di civîna encumena wezîran ya Kurdistanê de, cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî jî amade bû. Di rojeva Barzanî û encumenê de, xala yekem li ser îxracata petrola Herêma Kurdistanê bû.
Serokwezîr Barzanî û wezîrên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, li ser encama hevdîtinên bi cîgirê serokwezîrê Iraqê û hem wezîrê petrolê Hayyan Abdulgani ku bi heyeta xwe ve di 13ê Mijdarê de hevdîtin hatibûn kirin, li ser encama hevdîtinan agahiyan dan kabînê. Barzanî got:
“Ji hukumeta federal û terefên pêwendîdar li ser mijara destpêkirina pêvajoya îxracata petrolê, li ser temamkirina amadekariyan, em hêvî dikin ku bilezînin.”
Encumena wezîran, desteka xwe ji bo muzakereyên tên kirin diyar kir û xwest ku parastina mafên Herêma Kurdistanê bê kirin.
Di civînê de her weha li ser pêşniyarên ku di hinek wezaretan de ji nûh de, dahatên wan bên nûhkirin û van dahatan di projeyên xizmetguzarî de bên bikaranîn.
Encumen, li ser xerckirina darayî ya projeyan, xwest ku xwe ji burokrasiyê û rûtînê xwe dûr bixin, ji bo birêvebirina baştir, sîstema muhasebê pêş bixin, li ser dîjîtalîzebûnê û pêşdebirina xizmetan rawestiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin