Serokwezîr Barzanî ji ber desteserkirina saneya terorîstên DAISê spasiya hêzên ewlehiya Kurdistanê kir

19 December 2021 10:27 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji ber desteserkirina saneya terorîstên DAISê spasiya hêzên ewlehiya Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hilweşandin û desteserkirina şaneyeke teroristî ya DAIŞê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê ve peyamek belav kir û spasiya hêzên ewlehiyê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji bo min cihê xweşhaliyê ye ku ji dezgehên me yên ewlekariyê bibihîzim, ew di hilweşandina şaneyeke terorîst ya ser bi DAIŞê ve serkeftî bûne ku ev yek gefeke rasteqîn e li ser Hewlêrê.”

Serokwezîr Barzanî diyar kirt: "Divê em hemû spasiya ew kar û westana wan kesên ku malbat û civaka me ji gefên terorîstan diparêzin bikin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê doh Şemiyê mikurhatinên şaneyeke DAIŞê belav kiribû ku ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve li bajarê Hewlêrê hatibû desteserkirin û plan dikirin kiryarên teroristî li Hewlêrê encam bidin.

Di daxuyaniya Encûmena Asayişê de hatibû gotin:

Desteserkirina grûpeke Wîlayeta Şîmal Bexdad ya ser bi rêxistina teroristî ya DAIŞê ve;

Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê grûpeke Wîlayeta Şîmal Bexdad ya ser bi rêxistina teroristî ya DAIŞê ve li bajarê Hewlêrê desteser kir.

Ev grûp ji grûpeke emnî pêk hatibû û di dema borî de mefrezeyek li bajarê Hewlêrê dirust kiribû û kesên xwekuji ji vê mefrezeyê re dabîn kiribû û karîbû 3 xwekujan peyda bikin.

Di kiryareke teroristî ya vê grûpê de, yek ji xwekujan bi navê (Hîdayet) roja 19ê Tîrmeha 2021ê roja Erefata Cejna Qurbanê, xwe li navçeya Medîne ya bajarokê Sedir ê ser bi Bexdayê ve xwe teqandibû.

Vê grûpê çek û pêwîstiyên serbazî kiribûn û şandibûn Bexdayê, hevdem jî di plana wan de bû kiryarên teroristî yên zêdetir pêk bînin, lê bi hewl û çavdêriya dezgeha ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, hat aşkerekirin û endamên vê grûpa teroristî destser bikin.