Serokwezîr Barzanî ji Kongreya HDPê re peyam sand û serkeftin xwest
PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê ji bo Kongreya 4emîn a Asayî ya HDPê ku birêve diçe, peyamek şand.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, sedema beşdarnebûna kongreya HDPê ku hatibû vexwendin di peyama xwe de anî ziman û hêviya serkeftinê ji HDPê re xwest.
Serokwezîr Barzanî got: “Mixabin ji ber mijûliya kar ez nikarim di kongreya we de amade bibim.”
Peyama Serokwezîr Mesrur Barzanî wiha ye:
“Vexwennameya we ya bo beşdarbûna di kongreya we ya çaremîn de gihişt destê min. Mixabin ji ber mijûliya kar ez nikarim di kongreya we de amade bibim. Serkegtinê ji we re dixwazim. Hêvîdar im kongreya we bibe fakterek ji bo cihgirtina aştî û aramiya li Tirkiyê û bihêzbûna biratî û dostaniya di navbera gelên navçeyê de.”
Li paytexta Tirkiye Enqereyê îro 23yê Sibatê 4mîn kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) birêve diçe û tê çaverêkirin, Pervîn Buldan û Mithat Sancan wekî hevserokên partiyê werin hilbijartin ku berê hatibûn destnîşan kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin