Serokwezîr Barzanî li ser peyama 5 dewletan axifî

17 April 2021 00:40 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî li ser peyama 5 dewletan axifî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser peyama hevbeş ya pêkhateyên koalisyona li hemberê DEAŞ ê ku peyama şermezarkirina êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê dan, ragihand ku ew ji wê beyanê gelek bextewere. Serokwezîr Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de da û weha got:

“Ez bi dilxweşî pêşwaziya peyama bi yekdengî ya dost û ortaxên Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ku êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê bi tundî şermezar kirin, dikim.”

Serokwezîr Barzanî ragihand ku yek hedefeka wan ya hevpar heye: Bo temamê xelkên Iraqê îstîqrar, ewlehî û serkeftina li hemberê İŞİD ê. Barzanî di dewama peyama xwe de weha dewam kir:

“Em weka hukumeta Herêma Kurdistanê dubare soza xebata hevpar ya bi hevkarên me re didin ku em ê bi hevkarên xwe re, bo terorê têkbibin, bixebitin. Em bende ne di babeta rêya xurtkirina hewlan de, bi hevkarên xwe re şêwrê bikin.”