Serokwezîr Barzanî, ligel Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê civiya

02 February 2023 18:02 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ligel Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê civiya

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro ligel Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê û şanda ligel wî civiya. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê nirxandin hatine kirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, ligel Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson-Richardson civiya û di civînê de li çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal a Iraqê guftûgo hatine kirin.

Hat ragihandin ku mijara sereke ya civînê, li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û girîngiya encamdana proseya hilbijartinan bûye û Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de tekezî li ser girîngiya helwesta yekgirtî ya aliyên Kurdistanî ya bi arasteya dakokîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî diyar kiriye ku divê hilbijartin di demeke guncaw a îsal de bên kirin û rêkarên yasayî yên encamdana proseya hilbijartinan, demildest werin tekûzkirin û Hikûmeta Herêmê jî ji bo dabînkirina hemû pêwîstiyên hilbijartinan amade ye.

Li gorî hat ragihandin, di hevdîtinê de Balyozê Brîtanî Mark Bryson-Richardson, li ser girîngiya nehiştina hemû kêşe û astengiyên li ber encamdana proseya hilbijartinan, hevnêrîn bûye.

Li gorî zanyariyên zêdetir, di beşeke din a civînê de pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal a Iraqê, li ser bingeha destûrê gotûbêj hatiye kirin û hat zanîn ku herdu alî, li ser wê yekê hevnêrîn bûne ku divê proje-yasaya budceya federal, demildest were pesendkirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, werin dabînkirin.

Hat zanîn ku Balyozê Brîtanî, piştevaniya welatê xwe ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê dubare kiriye û rewşa aborî, hinardekirina berhemên çandiniyê û bipêşxistina sektora enerjiyê, mijarên taybet ên civînê bûne.