Serokwezîr Barzanî otomobîlên nû radestî Polîsê Hewlêrê kir

25 March 2020 20:11 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî otomobîlên nû radestî Polîsê Hewlêrê kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 25 otombîlên nû ji Polîsê Hewlêrê re dabîn kir.

Rêvebirê Polîsa Hewlêrê Emîd Dilêr Necar ji medya Kurdistanê re ragihand, 25 otombîlên nû ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe ji Polîsê Hewlêrê re hatine dabînkirin.

Emîd Dilêr Necar da zanîn ku ew otombîl ji cureya “Toyota” ne û di nava wan de hemû pêwîstiyên polîsan cî digirin.

Dilêr got, nêzîkî 8 salan e otombîlên nû ji hêzên polis re nehatibûn dabînkirin, lê niha û ji ber belavbûna vîrusa Korona û ji bo çavdêrîkirina kolanan, pêwîstî bi otombîlan heye.