Serokwezîr Barzanî pêswazî li Baba Sêx û Mîrê Êzidiyan kir: Divê rêkeftina Singalê were bicihkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2yê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Babe Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Îlyas kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir a Êzidiyan dubare kir ku wek her dem piştevan û berevanîkarina bihêz a mafên wan dibe.
Mesrûr Barzanî tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlekê dide ji bo bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî, Şingal bê avadankirin û koçber bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.

Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan ji bilî amajedana bi girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê, spasiya Serokê Hikûmetê kirin ji bo dayîna razemendiyê li ser komek projeyên xizmetguzariyê ji navçeyên wan re, ji wan jî, di çarçoveya guhartinên îdarî yên li sînorê parêzgeha Duhokê de her komelgeh Xankê û Şarya bûn nahiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin