Serokwezîr Barzanî, sandeke Desteya Ragihandin û Pêwendiyên Iraqê pêswazî kir

15 June 2023 15:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, sandeke Desteya Ragihandin û Pêwendiyên Iraqê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro şandeke Desteya Ragihandin û Pêwendiyên Iraqê pêşwazî kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku şandeya ku bi serokatiya Serokê Desteyê Besam Salim, ligel Serokwezîr Barzanî civiya, çalakî û projeyên xwe yên di warê medya, ragihandin û teknolojiya ragihandinê de pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngî û bandora sektora gihandin û teknolojiya zanyariyan û pêşketina bilez a vî warî kir ku cîhan îro di serdema zîrekiya destkird de dijî û derfeta berfireh di hemû waran de li pêşiya mirovatiyê vekirine.

Li gorî hat destnîşankirin, Serokwezîr Barzanî daxwaza saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo hevahengiya ligel desteyê dubare kir û tekezî li ser girîngiya hebûna nûneratiya Herêma Kurdistanê ya di vê desteyê û saziyên federalî de kir.