Serokwezîr Barzanî serxwesî da Nûnerê YE yê Kurdistanê Dilawer Ajgeyî
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya koça dawiyê ya Silêman Xalid, kurê mezin ê têkoşerê dêrîn Xalid Ajgeyî, peyameke serxweşiyê arasteyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilewer Ajgeyî kir.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa birêz Dilewer Ajgeyî
Malbata birêz kak Silêman Xalid Ajgeyî
Bi mixabinî nûçe koça dawiyê ya kurê mezin ê têkoşerê dêrîn Xalid Ajgeyî gihîşt me. Sersaxî û serxweşiyê li malbata we ya birêz dikim. Xwedêyê mezin bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
6/ 8/ 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin