Serokwezîr Barzanî serxwesî da Wezîrê Samanên Sirûstî
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser wefata xwişka wî Xatû Fewza bi pêwendiyeke telefonî serxweşî li Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Ertûşî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe ji Kemal Ertûşî re derbiriî û hêvî xwest Xwedayê mezin giyanê merhûmê bi bihiştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wan.
Wezîr Samanên Sirûştî yê Kurdistanê Kemal Ertûşî jî ji bo peywendiya telefonî û derbirîna hevxemiyê ji bo binemala wî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin