Serokwezîr Barzanî: Wê kabîneya nehan bi her awayî pistgiriya cotkaran bike
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku her roj serdana herêmeke Herêma Kurdistanê dike û kevirê binyatê yê projeyeke çandiniyê datîne îro jî li Helebceyê beşdarî merasîma kevirê bingehîn ê sayloya bajêr bû.
Serokwezîr Barzanî got, yek ji armancên serekî yên kabîneya nehan pêşxistina sektora çandiniyê û çavkaniyên avê ye û dê bi her awayî piştgiriya cotkaran bike ku berxî çend salan cotkar bêhêvî bûn û berhemên wan li bazarê belav nedibûn. Herwiha ji ber zêdebûna berhemên hawirdekirî cotkaran berhemên xwe li ser kolanan diavêtin.
Rêjeya çandiniyê ji sedî 1.8 gihîşt %9an
Li gor amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di heyama Kabîneya Nehem ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, rêjeya veberhênanên di sektora çandiniyê de ji %1.8 bo zêdetirî %9 ji tevahiya proseya veberhênana li Herêma Kurdistanê zêde bûye.
Di 4 salan de 2 hezar û 175 projeyên çandiniyê
Di çar salên borî de zêdetirî 2 hezar û 175 projeyên çandiniyê li bajar û bajarokên cuda yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Kabîneya Nehem ve hatine cîbicîkirin. Di vê çarçoveyê de jî, nêzî 25 hezar bîr hatine kolandin.
Herwiha bi avakirina mezintirîn projeya bazirganiya genim a cotyaran, xema cotkaran ji holê rabû, ku di encamê de Herêma Kurdistanê bû xwediya zêdetirî 12 sayloyên nû û 27 tanker ku karîna embarkirina 900 hezar ton genim e.
Hinardeya derve ya berhemên cotkaran
Çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê li Herêma Kurdistanê gihîştine asta xwe têra navxweya Herêma Kurdistanê bike, ji wan jî petate, garis, xiyar û gelek berhemên din ên fêkî û sebzeyan.
Dîsa yek ji gavên herî mezin ên Kabîneya Nehem a ji bo piştgiriya cotkaran, firotina berhemên cotkaran li bazarên navneteweyî ye. Sala 2022an bi fermî 2 hezar ton hinar bo Îmarat û welatên ên Kendavê hatin hinardekirin. Îsal û salên bê jî, ji bilî hinaran, tirî, hinguv û sêv jî dê ji bo Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn, Brîtanya û Ewropayê jî bên hinardekirin.
Ji bo berhemên Kurdistanê gelek daxwazî heye
Li aliyê din birincê kurdî û raşiya kunciyan a navçeyên Herêma Kurdistanê li bazarên biyanî, bi taybetî li welatên ku kurdên diyasporayê lê dijîn, daxwazeke mezin li ser e. Herwiha berhemên şîremenî, zeytê zeytûnan, pasteya bacanan û gelek berhemên din, beşeke mezin ji pêdiviyên navxweyî dadigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin