Serokwezîr bi xwendekarên mezûnên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê re wêne kisand

02 June 2024 21:02 0 dîtin
Serokwezîr bi xwendekarên mezûnên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê re wêne kisand

PeyamaKurd – Berî destpêkirina merasîma derçûna li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya Duhokê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwendekaran re wêneyekî bîranînê kişand.

Îro 02.06.2024ê bi amadebûna Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 6emîn merasima derçûna zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê birêve diçe.

Berpirsê Ragihandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê Halmat Kwêsteyî di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ji K24ê re ragihandibû, ku ji bo 68 xwendekarên fakulteyên endazyarî, karsazî, zanistî, hunerî û lêkolînên navneteweyî wê bawername bên dayîn.

Helmet Kwêsteyî da zanîn ku piraniya xwendekarên ku vê dewreyê xilas kirine xizmên şehîdên şerê DAIŞê û girtiyên siyasî ne û got ku ev çend sal in ev xwendekar li zanîngehê bêpere perwerdeya xwe dibînin.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê di sala 2014ê de hatiye damezrandin û heta niha 6 semester qedandiye. Hin ji zêdetirî 700 mezûnên beşên cihêreng niha li zanîngehên navdar ên cîhanê dixwînin.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ji çar kolej û 10 beşên cuda yên zanistî pêk tê; Bazirganiya Kedê, Zanistiya Komputerê, Sêwirana Navxweyî, Siyaseta Giştî, Medya û Ragihandin, Hemşîretî û Endezyariyê. Ev zanîngeh hem ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye pejirandin û ji ber wê jî yek ji baştirîn û navdartirîn zanîngehên Iraq û navçeyê ye.

Zimanê perwerdê yê zanîngehê îngilîzî ye û ew xwendekaran bi pergalek "hunerên lîberal" perwerde dike ku berî xwendina di warê taybetî de qursên cûrbecûr di warê zanistên mirovî û xwezayî de pêşkêş dike. Ev cureyê sîstemê bi berfirehî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê sepandin.