Serokwezîrê Brîtanyayê Starmer bi Leyen re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngilîstanê Starmer bi Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Von der Leyen re li ser hevkarî û mijarên navneteweyî axivî.
Serokwezîr Keîr Starmer doh di serdana xwe ya Brukselê de bi Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen re daxuyanî da rojnamevanan.
Serokwezîrê Îngilîstanê Keîr Starmer piştî ku dest bi wezîfeyê kir di serdana xwe ya yekemîn a Brukselê de bi Seroka Komîsyona YEyê Ursula Von der Leyen re daxuyanî da rojnamevanan.
Starmer diyar kir ku Îngilîstan dema ku bi hevkarên xwe yên navneteweyî yên herî nêz re bi hev re bixebite bihêztir e.
"Hevkariya çêtir wê sînorên me biparêze, me ewle bike û mezinbûna aborî zêde bike."
"Di demên nediyar de, pêdivî ye ku hevkarên hemfikir ji nêz ve hevkariyê bikin."
Starmer diyar kir ku wê di hevdîtina dualî de rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û Şerê Rûsya û Ûkraynayê jî binirxînin.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku ahenga di têkiliyên cîhanê de ji bo têkiliyên dualî bingeheke baş dide û wiha got, "Di demên nediyar de, şirîkên ku wek me difikirin divê ji nêz ve hevkariyê bikin."
Starmer û Von der Leyen peyam dan ku êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser Îsraîlê şermezar dikin û ew ê li dijî Rûsyayê piştgiriya Ukraynayê bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin