Serokwezîrê Iraqê: Erka her kesî ye ku rêzê li Destûrê bigire

06 January 2025 09:47 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê: Erka her kesî ye ku rêzê li Destûrê bigire

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir ku wan kariye welatê xwe li derveyî zengila agir bihêlin û hêzên wî jî amade ne rûbirûyî her êrîşeke ji her alî ve bibin.

Sûdanî roja Yekşemê 5ê Çileya 2025an, di merasima bibîranînê ya ku di çarçoveya 5emîn salvegera koça dawî ya Fermandarê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şeibî Ebû Mehdî El Muhendis de hat lidarxistin de axivî.

Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku hêzên Iraqî amade ne bersiva her êrîşekê ji her alî ve bidin, Sûdanî ragihand ku parastina sîstema demokratîk û rêzgirtina destûrê erkê her kesî ye.

Sûdanî diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirina serweriya Iraqê û bidawîkirina erka hevpeymaniya ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Iraqê dike, gavên pêwîst avêtine. Wî diyar kir ku wan têkiliyên xwe yên bi hevalbendên xwe yên navneteweyî re ne tenê di mijarên ewlehiyê de, lê di gelek waran de jî guhertine.

Sûdanî got, "Me di danûstandinên xwe yên li gel van welatan de berî her tiştî berjewendiya Iraqê danî pêş. Hikûmetê kariye Iraqê ji zengila agirê ku piştî Xezze û Lubnanê berfireh bibe, dûr bixe."

Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku guhertinên li Sûriyê bandorê li îro û paşeroja herêmê dike, Sûdanî bang kir ku ti kes destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de neke û got, "Em piştgiriyê didin avakirina hikûmeteke piralî ku rêzê li hemû civakên Sûriyê bigire."