Serokwezîrê Iraqê ji bo mirina Reîsî û yên pê re sersaxiyê xwest
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî piştrastbûna mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî peyameke sersaxiyê belav kir.
Sûdanî di peyama xwe de got, “Em di vê karesata giran de li gel gelê bira yê Îranê ne.”
Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Abdullahiyan û şandeya bi wan re peyameke sersaxiyê belav kir û got:
“Em ji Rêberê Komara Îslamî Elî Xamaneyî, Hikûmeta Îranê û gelê Îranê re ji dil û can serxasiyê dixwazin. Em radigihînin ku em di vê karesata giran de li gel gelê bira yê Îranê ne.”
Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.
Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.
Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.
Enqaza helîkopterê 15 demjimêr piştî ketina wê bi dronan hat dozîn û diyar bû ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nemane.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku di encama qezayê de tu kes bi saxîtî nefilitiye. Televizyonê da zanîn ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Parêzgeha Azerbeycana Rojhelat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin