Serokwezîrê Lubnanê Necib Mikati seredana Samê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê Necib Mikati seredana Şamê kir û piştî seredanê bi serokê HTŞê Ahmed Şara re derket ber çapemeniyê. Ahmed Şara di daxwuyaniya xwe de got ku divê karên navxwe teşe bikin û ji bo ewlehiyê temîn bikin, divê bi Lubnanê re têkiliyên stratejik xwurt bikin. Kontrola sînorê navbera Şam û Beyrûdê û karê qaçax mijarên wan yên bingehîn bûn. Şara got:
“Têkiliyên me bi Lubnanê re stratejîk û bo wexta dirêje û wê li ser esasê saxlem bên avakirin. Em li ser kontrola sînoran û gelek mijarên din axifîn. Tesîskirina navxwe ya Sûriyê, ewlehî û kontrola çekan ya dewletê girîngin. Desthilata Lubnanê gelek girînge û mesafa Sûriyê ji bo temamê pêkhateyên Lubnanê yeke..”
Şara ragihand ku hilbijartina Joseph Awn ya ji bo serokkomariya Lubnanê li hev kirinan saxlem kiriye û berê jî destekê dabûnê.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikati jî xwest ku Sûriye di nav aştî û îstîqrarê de bijî û got:
“Me bi rêvebirê nûh yê Sûriyê Ahmed Şara re civînekî pêkanî, behsa têkiliyên navbetra her dû dewletan kir û li ser pirsgirêkên heyî me danûstendinan kir. Pêwendiyên dîrokî yên navbera gelan, cîrantiya baş û xwurt her dû welatan dike yek…”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin