Serokwezîr Mesrûr Barzanî besdarî sîna Serokkomarê Îranê bû

21 May 2024 16:30 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî besdarî sîna Serokkomarê Îranê bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê tevlî şîna Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan û hevalên wan bû.

Piştî ku mirina wan piştrast bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo oxira dawî ya Serokkomarê Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê û hevalên wan di peyama daxwaza sersaxî û hevxemiyê arasteyî gel û hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê kiribû.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de gotibû: “Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê Xudêjêraziyan bixe ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê jî bide binemal û kesûkarên wan û xelkê Îranê bi tevahî. Di vê dema dijwar de, em hevxemî û piştevaniya xwe bi xelkê Komara Îslamî ya Îranê re tekez dikin”.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî pêr, ji ber xeraviya keş û hewayê, li sinorê parêzgeha Tebrîzê ketibû. Piştî 18 demjimêrên lêgerînê helîkopter bi awayekî têkçûyî hatibû dîtin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din ku bi giştî 9 kes bûn canê xwe ji dest dane.

Siwarên helîkopterê ev bûn; .