Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Jake Sullivan re civiya

01 March 2024 11:25 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Jake Sullivan re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku li Amerîkayê ye, bi Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku li Amerîkayê peywendiyên wî yên fermî hene, hevdîtinên xwe didomîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Qesra Spî Jake Sullivan civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hat zanîn ku Sullivan di civînê de ragihandiye ku “Koşka Spî piştevaniya xwe bo Kurdistaneke bihêz û mafên destûrî yên gelê Kurd dupat kiriye.”

Her li vê hevdîtinê de Sullivan pesna mêrxasî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de kir û tekez li ser giringiya parastina asayîşa Herêma Kurdistanê û dabînkirina bûdce û mafên darayî yên herêmê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîr spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê jî kir ku divê rêz li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên kurdan bên parastin û neyên binpêkirin.

Ji aliyê din ve Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk jî di civînê de amade bû.