Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîst paytexta Belçîka Brukselê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Hezîrana 2021ê bi serokatiya şandeke hikûmeta Kurdistanê, bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Belçîka Brûkselê.
Hat ragihandin ku wê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê serdanê de ligel berpirsên bilind ên Belçîkyayê bicive û guftûgoyan derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û berdewambûna hevkarî û hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi Pêşmerge re ji bo rûbirûbûna terorê bike.
Şanda bi Serokwezîr Barzanî ji Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin