Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanyayê re civiya

20 November 2021 13:30 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanyayê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya beşdarbûna Diyaloga Menane 2021ê de li paytexta Behreynê, bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanyayê re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanyayê Miguel Berger, li Mename civiyan. Li gor zanyariyan, di civînê de pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê, hevkariyên Almanyayê ji bo hêzên Pêşmerge û çend mijarên din ên girêdayî asayîşa navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber rêkarên li hember kesên bazirganiyê bi mirovan dikin û rêgirtina li koçkirina neyasayî û hêsankariya vegerandina bi daxwaza koçberan bo Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û hemahengiyê ligel welatên Yekîtiya Ewropayê dike ji bo hawarçûn û çareserkirina kêşeya koçberên li sînorê Belarûs û Polandayê.

Di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derfetên pêşvebirina veberhênan û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlamentoyê hatin gotûbêjkirin.