Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Noelê pîroz kir
Peyama Kurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistane Mesrûr Barzanî, bi mebesta Cejna Noele ku wek ji dayîkbûna Peyamgihanê cîhana Krîstîyan Îsa Mesîh tê dîtin, peyama pîrozbahîyê belav kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de Noela Krîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de çanda pêkvejiyana aştîyane ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir û vîndarîya xwe ya ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan dûpat kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Ez hêvî dikim ku hemû birayên me yên Mesîhî yên Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê cejna Noelê bi xêr û xweşî pîroz bikin. Krîstîyanên Herêma Kurdistan, Irak û cîhanê; hun her dem bi aramî bijîn. Cejna we pîroz be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin