Serokwezîr Mesrûr Barzanî hisyariya lehiyê da parêzgarên Duhok û Hewlêrê
PeyamaKurd - Piştî ku ji şeva çûyî vir ve li parêzgehên Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li Duhok û paytext Hewlêrê, alarma lehiyê hate lêdan.
Ji ber ku li Duhokê di encama lehiyê de du welatiyan canê xwe ji dest dan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li parêzgarê Duhokê Elî Teter û yê Hewlêrê Omêd Xoşnav kir ku tedbîrên ewlehiyê derxin asta herî bilind.
Ji şevêdî were baran berdewam di nav bajêrê Dihokê de dibare û heta niha berdewam e, gelek lehî rabûne û gelek zirar ji ber wan lehiyan peyda bûne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendî bi Parêzgerê Dihokê Eli Teter û yê Hewlêrê Omêd Xoşnav kir û ji wan xweste ku her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan pêk bînin.
Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn ku ji bo her alîkariya bilez û pêwist Hikumeta Herêma Kurdistanê amade ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin