Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo hatina meha Remezanê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina meha Remezana pîroz peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistanê û Iraq û cîhanê dikim. Xwedayê mezin û dilovan, nimêj û rojî û duayên me qebûl bike û hatina meha Remezanê bibe havêna xêr û xweşî û aramiya zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê."
Serokwezîr Barzanî diyar kir, "Ez vê boneya pîroz weke derfet dibînim ku careke din ji Kurdistaniyan daxwaz bikim ku bi rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustiyê pabend bibin, ku rêya herî baş a xweparastina ji vîrusa Koronayê ye."
Mesrûr Barzanî herwiha got, "Ez spasiya melayên Kurdistanê dikim ku di hişyarîkirina civakê û cîbicîkirina rêkarên xweparêziyê de, alîkar in û rola wan a girîng heye. Xwedayê mezin Kurdistanê ji hemû êş û janan biparêze."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin