Serokwezîr Mesrûr Barzanî: “Pêwiste hilbijartin adilane, temîz û zelal be”

09 September 2024 23:28 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: “Pêwiste hilbijartin adilane, temîz û zelal be”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro balyoza DYAyê (Amerîka) ya li Iraqê Alina Romanowski qebûl kir û pê re hevdîtinekî kir. Di qebûlê de Barzanî li ser hilbijartina parlementoya Kurdistanê got:

“Pêwiste hilbijartina parlementoya Kurdistanê ya dê di 20ê Cotmehê de bêkirin, di bin çavdêriya dezge û rêxistinên navdewletî de bêkirin û ji îhlalan dûr be. Pêwiste hilbijartin adilane, temîz û zelal be.”

Li gor ragihandina ofîsa serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê; di civînê de Barzanî û Romanowski li ser hilbijartinên parlementoya Kurdistanê axifîne û divê hilbijartin li gor şertên li jor hatin behskirin bêkirin.

Di civînê de her weha li ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta federal rawestiyane. Barzanî ragihandiye ku civînên di navbera dezgeyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de samîmî û bi erênî derbas dibin û di encamê de destkeftiyên tên kirin, ji bo berjewendiyên hemwelatiyane.