Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Mîrevan, kurê Eyûb Remezan, peyameke sersaxiyê belav kir û hevxemiya xwe bo bav û malbata rehmetî ragihand.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Birêz Eyûb Remezan
Bi xem û kovan ve, me peyama malavahîya kurê hewe, Xwedê jê razî Mîrevan bihîst. Behî û serexoşiyê li hewe dikem û hevpişkê xema we me. Xwedê mezin canê wî bi beheştê şad biket û sebr û hedarê bidete malbata hewe.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin