Serokwezîr Mesrûr Barzanî rafîneriya Lanazê vekir

26 October 2022 22:18 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî rafîneriya Lanazê vekir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rafîneriya petrolê ya Lanazê vekir. Barzanî ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Barzanî ragihand ku ew bi vekirina rafîneriyê gelek dilxweşe. Barzanî wega hot:

“Ev rafînerî dikare rojane 75 hezar varêl (bermîl) petrolê safî bike, bi sedî karmend dikarin tê de bixebitin, zerarê nade der û dora xwe (ekolojik) û ji ber wan jî, ji bo temamê Kurdistanê projeyekî rast û hem baş e.”

Li Herêma Kurdistanê ji bo berhemên petrolê ji hev veqetînin pêdiviya herêmê bi rafîneriyan heye. Eger li Kurdistanê rafînerî zêde bibin, wê herêm girêdayê petrola Iraqê nemine û karibe ji xwe re benzîn, mazot û asfalta paqij bidest bixe.