Serokwezîr Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran bi peyamekê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi parastina mafên karkeran, dabînkirina jiyaneke baştir û şert û mercên karkirinê yên libartir û tenduristir ji wan re dubare dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama 1ê Gulanê de wiha got:
“Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî karkerên Kurdistanê û tevahiya karkerên cîhanê dikim.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîng, rêz û pêzanîn ve li rola, xizmet û westana karkerên Kurdistanê di avadankirin û geşepêdana jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de dinêre û pabendbûna xwe bi parastina mafên karkeran, dabînkirina jiyaneke baştir û şert û mercên karkirinê yên libartir û tenduristir ji wan re dubare dike.
Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz be!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin