Serokwezîr Mesrûr Barzanî û wezîrê karên derve yê Îngîltere axifîn

08 October 2022 02:10 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û wezîrê karên derve yê Îngîltere axifîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê Îngîltere bi James Cleverley re axifiye. Barzanî bi sedema wezîfa wî ya nûh wî pîroz kiriye. Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Vê êvarê ez bi wezîrê karên derve yê Îngîltere bi rêzdar James Cleverley re bi telefonê axifîm. Min şans dît ku ji ber wezîfa wî ya nûh wî pîroz bikim.

Me behsa girîngiya têkiliyên xwurt yên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere de, bi berdewamî bimeşînin. Wezîr bi sedema êrîşên dawiyê yên ser Herêma Kurdistanê ku mirovên bêguneh jiyana xwe dane, sersaxiyê da me.

Ji bo têkiliyên xwe û hevkariya xwe em pêşde bibin me lihev kir.”