Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss pistî 44 rojan îstifa kir

20 October 2022 17:53 0 dîtin
Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss pistî 44 rojan îstifa kir

PeyamaKurd - Serokwezîra nû ya Brîtanyayê Liz Truss ku 44 roj berê dest bi kar kiribû, îstifa kir. Truss heta hilbijartin û erkdarkirina serokwezîrê nû wê li ser kar bimîne.

Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss, li derveyî 10 Downing Street bi daxuyaniyekê ragihand û got: “Ez dizanim ku ji ber vê rewşê, ez nikarim peywira ku ez ji hêla Partiya Muhafezekar ve hatim hilbijartin, pêk bînim. Ji ber vê jî ez bi Şah re peyivîm da ku wî agahdar bikim ku ez ji serokatiya Partiya Muhafezekar îstifa dikim.”

Liz Truss bi vê îstifaya xwe re tenê 44 rojan li ser kar ma ku beriya niha ji ber xetayên derbarê aboriyê de lêborîna xwe xwestibû û gotibû, ew ji kar venakişe.

Li gorî medya Brîtanî kesên di rêza duyem û sêyem ên seroktiya Partiya Muhefezekar de deng wergirtibûn; Rishi Sunak û Penny Mordaunt bûn û dibe yek ji wan posta serokwezîriyê werbigire.