Serokwezîrê berê yê Sûriyê Riyad Hîcab: Rêvebiriya Samê nayê rehabîlîtekirin

01 October 2023 01:14 0 dîtin
Serokwezîrê berê yê Sûriyê Riyad Hîcab: Rêvebiriya Samê nayê rehabîlîtekirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Sûriyê Riyad Hicab, tevlî bernama TV ya Al Jazeera, bernama bi navê ‘Terefê Din’ bû û li ser pêvajoya Sûriyê axifî. Hîcab got ku bi Beşsar Esed re çareserî qet nabe.

Hîcab, di Tebaxa 2012an de ji rêvebiriya Sûriyê veqetiya û ket nava sefên muxalifan. Hîcab got ku bi sedema Neteweyên Yekgirtî ji muxalifan xwestiye ku tawîzan bidin rêvebiriya Şamê, ji komîta bilind ya muzakereyan ya NY veqetiyaye. Li ser pirsekî Hîcab got:

“Ev rejîm qatil e. Rejîma ku rewatiya wê nemaye, nabe ku mirov karibe wê rehabîlîte bike. Heya Beşar hebe nabe ku çareserî bibe. Li Sûriyê îstîqrar çênabe.”

Hîcab got ku bi sedema şerê Rûsya-Ûkraynayê Moskova jimara leşkerên xwe yên Sûriyê kêm kiriye, Îsraîl êrîşê grûbên bi desteka Îranê dike û seha Sûriyê dibe tê de guherîn bibe.

Li ser bombebarana Dêrezorê ku piştî di sala 2012an de bû serokwezîr çêbû bû, Hîcab got:

“Ji bombebaranê agahiya wezîrê bergiriyê û serokerkan tinebû. Di wê wextê de ji koşka rêvebiriyê ferman didan fermandarên sehayê. Beşar Esed dizanibû.”

Li ser mirina zavayê Beşar, Asef Şewket ku di sala 2012an de di teqînê de li Şamê miribû, Hîcab got:

“Rola rêvebiriya Şamê di ‘Teqîna Krîzê’ de gelek hebû. Beşar û Mahîrê birayê wî ji îxaneta zavayê xwe ditirsiyan. Hedefa mezin ya teqînê ew bû ku zavayê xwe tesfiye bikin.”

Di 18 ê Temmûza 2012an de li Şamê di teşkîlata ewlehiya netewî de, teqînekî mezin çêbû. Di teqînê de ‘Hucra Krîzê’ kiribûn hedef ku wê serhildana Sûriyê têk bibirina. Di teqînê de zavayê Beşar Asef Şewket, wezîrê bergiriyê Davut Racha, serokê Hucra Krîzê Hasan Turkumani, serokê teşkîlata ewlehiya netewî Hişam Bextiyar tê de miribûn.