Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî bi serokê senato ya Fransayê re civiya

17 February 2023 00:47 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî bi serokê senato ya Fransayê re civiya

PeyamaKurd – Di çarçoveya seredanên fermî de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Îmaratan çûbû Fransayê û bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina bi Macron re Barzanî, seredana serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher kir û pê re hevdîtin kir.

Piştî derketina holê ya DEAŞ ê Fransa, ew dewlete ku di Awrûpa de zerara herî mezni jê diye. Fransa di şerê li dijî DEAŞ ê de, ji gelek aliyan de Herêma Kurdistanê destek kiriye û dike jî. Di şerê li dijî terorê de her dû teref hevkarên ji dil in.

Rêvebirê baregeha karên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihandibû ku di hevdîtina bi Macron re di mijarên ewlehiyê, aboriyê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê hevdîtinê bi Macron re bikin.