Serokwezîrê Iraqê: Di vê hefteyê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ragihand, di vê hefteyê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê dike.
Mihemed Şîa Sûdanî ku bi komek rojnamevanan re hevdîtin pêk anî got, “Di vê hefteyê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê dike. “Piştî rêkeftina di navbera Herêm û Bexdayê de, hinek rêkarên ku pêwîst bû ji bo hinartina petrolê bihatana temamkirin û piraniya wan jî temam bûn.
Sûdanî herwiha diyar kir, lihevkirinek heye ku hemû koçber vegerin herêmên xwe û tekez kir, ev mijar ji bo Bexdayê girîng e.
Di derbarê aborî de jî Serokwezîrê Iraqê got, dînarê Iraqê bihêz e û rewşa aborî ya welat jî gelek başe. Dolarek daketiye 1320 dînar.”
Sûdanî got, sedema bilindbûna bihayê dolar di dema borî de ji ber ku hikûmeta berê pabendî peymana bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî nebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin