Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî hate Tirkiyê!

14 August 2018 14:26 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî hate Tirkiyê!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî ji bo ku hinek hevdîtinan bike, îro hate paytextê Tirkiyê Enqerê.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî li Enqerê li Balafirgeha Enqere Esenbogayê ji aliyê Alîkarê Waliyê Enqerê Bilal Bozdemir û Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê ve hate pêşwazîkirin.

Abadî hatiye Tirkiyê ku li ser têkiliyên Tirkiye û Iraqê biaxive. Abadî îro wê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.

Li gorî agahiyan di hevdîtinê de mijara herî girîng li ser nefta Kerkûkê ye.