Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokê Îmaratan re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Abu Dabiyê bi serokê Îmaratan bi Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan re civiya. Barzanî ji ber 3 leşkerên Îmaratan li Somaliyê di êrîşekî de can dabûn, sersaxiyê da serokê Îmaratan Al Nahyan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Al Nahyan di mijara xwurtkirina têkiliyên her dû terefan de, di hinek sehayan de kirina hevkariyê û di pêşdebirina koordînasyonê de kemfikir man.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin