Serokwezîrê Talîbanê: Em ji bo berfirehkirina navendên perwerdehiya jinan hewl didin

29 November 2021 11:37 0 dîtin
Serokwezîrê Talîbanê: Em ji bo berfirehkirina navendên perwerdehiya jinan hewl didin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Talîbanê di axaftina xwe ya yekem diyar kir, em ji bo berfirehkirina navendên perwerdehiya jinan hewl didin.

Li gor pêr medyaya Afganistanê belav kir, piştî Talîbanê sê meh berê dest danî ser Kabûlê û desthilatdariya xwe li ser Afganistanê bihêz kirî axaftina yekem bû ji aliyê Mela Mihemed Hesen Akhund ve.

Akhund da zanîn, perwerdehiya ji bo jinan li Afganîstanê "berdewam" e û destnîşan kir, Talîban dibe ku dibistanên ji bo perwerdehiya jinan zêde bike li gor rênmayên Îslamî.

Talîbanê wekî ku di dema desthilatdariya xwe ya berê de di dawiya salên 1990an de kirî, bi tevahî jin ji nav jiyana giştî qedexe nekirine.

Lê wan ferman daye, piraniya karmendên jin yên hikûmetê ku nehên ser kar û herçend destûr dabe keçên biçûk, lê nehiştine keçên mezin ên lîseyê vegerin dibistanê.

Akhund eşkere kir: "Em li gorî derfetên xwe hewl didin pirsgirêkên welatiyan çareser bikin. Em li her beşê zêde dixebitin."

Desthilatdariya Talîban bû sedema rawestandina harîkariya navnetewî ji bo hikûmetê û astengkirina bi milyar dolar samanên Afganî yên li derveyî welat ku aboriya jixwe hilweşiyayî xerabtir kiriye.